Tirkiye

Li Edene û Sêrtê operasyona PKK/KCKyê

Ömer Yıldız  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 21.09.2021
Li Edene û Sêrtê operasyona PKK/KCKyê

Adana

Li Edene û Sêrtê di operasyona dijî "kordînasyona derva" û "kordînasyona navxweyî" da ya ku sazûmaniya girtîgehê ya rêxistina terorê PKK/KCKyê ye, 9 berşik hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê piştî ku dokumenên rêxistinî hatin bidestxistin, xebat dan destpêkirin ku di nava şalê xwestin teslîmî mensûbên rêxistinê yên di girtîgehê da bikin, veşartibûn.

Di çarçoveya lêpirsîna dijî "kordînasyona derva" û "kordînasyona navxweyî" da ya ku sazûmaniya girtîgehê ya rêxistina terorê, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li Edeneyê der heqê 8 berşikan da, li Sêrtê jî der heqê berşikekî da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Piştî tesbîtkirina navnîşana berşikan, bi piştgiriya polêsên tevgera taybet va ekîban bi ser malan da girt û 9 berşik binçav kirin.

Piştî kontrola tenduristiyê, berşikên binçavkirî birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.