Başak Akbulut Yazar
19 Tebax 2026•Rojanekirin: 19 Tebax 2026
Biryar hat dayîn ku gora Arîf Ahmet Denîzolgunê ku di sala 2016an da li mala xwe ya li Beykozê ji ber ku xwîn pekiyabû mêjiyê wî wefat kir, were vekirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da hat gotin der barê mirina Arîf Ahmet Denîzolgun ya di Îlona 2016an da û karên otopsiyê yên piştî mirina wî, îdia hene û gilî hatine kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gorî rêziknameyên têkildar ên Qanûna Mehkemeya Cezayê, biryar hatiye dayîn ku gora wî were vekirin, ji nû va lêkolîn bê kirin da ku sedema rastîn a mirinê were tesbîtkirin.