Nihat Kavşut
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Li Çerkeşa navçeya Çankiriyê bi lerza 4,3ê erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê hat dayîn hat destnîşankirin li navçeya Çerkeşê saet 14.46an da 7 kîlomêtro di bin erdê da bi lerza 4,3ê erdhej çêbû.
Li Çerkeşê vê sibehê jî di saet 09.00an da bi lerza 4,7an û di saet 09.03yan da bi lerza 4,8ê erdhej çêbûbû.