Tirkiye

Erdhejên li Çankiriyê

Hamdî Bîlge Aktaşê Waliyê Çankiriyê li ser erdhejên bi mezinahiya 4,7 û 4,8an li bajêr çêbûn got, "Li hin gundên me avahiyan zirar dîtin lêbelê zirareke girîng tune. Em ji gelê xwe dixwazin ku bira nekevin fikaran û jiyana xwe ya rojane bidomînin"

Haydar Şahin  | 14.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Erdhejên li Çankiriyê

Çankırı

Hamdî Bîlge Aktaşê Waliyê Çankiriyê li ser erdhejên bi mezinahiya 4,7 û 4,8an li bajêr çêbûn got, "Li hin gundên me avahiyan zirar dîtin lêbelê zirareke girîng tune. Em ji gelê xwe dixwazin ku bira nekevin fikaran û jiyana xwe ya rojane bidomînin."

Aktaş daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku Çerkeş li ser Xeta Erdhejê ya Bakurê Anadoluyê ye û li navçeyê erdhej çêbû.

Aktaş bi bîr xist ku mezinahiya lerza erdhejê qasî ku zirarê bide merivan mezin nîne û wiha axivî: "Li gor me di şert û mercên Tirkiyeyê da erdhejên lerza wan ji 6an piçûktir xetere nînin. Ev nêrîna pisporên me ye lêbelê ji ber ku piraniya avahiyên beriya rêziknameya erdhejê hatine avakirin jî li hin gundên me dibe ku avahiyên wekî holikan zirarê bibînin. Li hin gundên me avahiyan zirar dîtin lêbelê ziareke girîng tune. Em ji gelê xwe dixwazin ku bira nekevin fikaran û jiyana xwe ya rojane bidomînin."

Hasan Sopaciyê Şaredarê Çerkeşê jî got ku di dema erdhejê da li malê bû, piştî erdhejê derbasî Şaredariyê bû û maseya kirîzê ava kir. Sopaci destnîşan kir ku gundên Çerkeşê kontrol kirin û wiha pê da çû:

"Em bi têlefonê li gundên xwe geriyan. Gelê me pêşiyê kete fikaran û tirsiya. Nika gelê me vegeriyan malên xwe. Li navçeya me tu kesek birîndar nembû. Li malên hatine terkkirin kulek hilweşiyan, siyax ji dûwaran ket. Em dizanin ku li hin ciyan xetên avê teqiyan. Em ê di dema herî kin da wan temîr bikin. Li navçeyê pirsgirêkeke wekî birîna av û ceyranê çênebû."

Sopaci bal kişand ku li Çerkeşê di sala 1944an da erdhejeke mezin çêbûye ji ber vê gel gelekî tirsiya, daxwaza wan ew e ku bûyereke nebaş neqewime.

Salîm Kayabaliyê ji Çerkeşê jî diyar kir ku di dema erdhejê da li malê bû, ji bo erdhejê tevdîrên xwe hildane lêbelê dîsa jî gelekî tirsiya.

Mehmet Kuş jî got di dema erdhejê da li malê bû, zarokên xwe teselî kirin, tevdîr hildan û li malê disekinin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın