Hamdi Çelikbaş
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Li Behra Egeyê bi lerza wê 4,2an erdhejek çêbû.
Li gor agahiyên ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) cî digirin, erdheja lerza wê 4,2 bû di saet 02.00yî da qewimî.
Devera erdhej lê çêbû li bakurê rojhilatê Girava Gîrîtê ye û erdhej 8,24 kîlometre di bin erdê da çêbû. Navenda erdhejê lê xist 181 kîlometre ji Datçaya navçeya Muglayê dûr e.