Necat Hazar
09 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2023
Li Wanê hefteya borî 81 kîlo û 458 gram hişbir hat bidestxistin, 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiya Bajêr hat dayîn, li ser kesên ku bazirganî, neqilkirin an jî depokirina hişbirê dikin û li ser firoşkarên kuçeyan xebat dewam dike.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk di navbera 2-8ê rêbendanê da operasyon kirin û 26 kîlo û 500 gram eroîn, 20 kîlo û 858 gram hişbira sentetîk û 34 kîlo û 100 gram esrar hat bidestxistin.
Der barê 5 gumanbarên ku hatin binçavkirin da miemele hat kirin.