30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Avaşîna herêma li bakurê Iraqê bi Herekata Pençeyê ra bi kordîne di operasyona esmanî da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Parastina Neteweyî ji ser hesabê Twiiterê da li Avaşîna herêma li bakurê Iraqê bi Herekata Pençeyê ra bi kordîne operasyona esmanî hat kirin.
Hat diyarkirin di operasyonê da kozik, sitargeh û baregehên PKKya rêxistina terorê hatin îmhekirin û 3 terorîst hatin berterefkirin.
- Li bakurê Iraqê 2 terorîst hatin berterefkirin
2 terorîstên PKKyî ku ji bo êrîşê xwestin ji herêma Metîna ya li bakurê Iraqê derbasî welêt bibin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Paratina Neteweyî da hat destnîşankirin ku yekîneyên sînor operasyon bir ser 2 terorîstên PKKyî ku xwestin ji herêma Metîna derbasî welêt bibin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.