Türkan Tosun
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û baran wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewayê pir ewrayî be, car caran berf û baran wê bi hev ra bibare.
Li Erzingan û Îdirê baran, cara caran jî berf û baran wê bi hev ra bibare.
Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê jî berf û baran wê bi hev ra bibare.
Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla başûr û başûrê rojava va ba wê rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Îdirê 3 pile, li Erzincanê 2 pile, li Agiriyê pileyek, li Erziromê di binê sifirê da pileyek, li Qersê di binê sifirê da 2 pile, li Erdexanê di binê sifirê da 3 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzincanê 13, li Îdirê 12, li Qers û Erziromê 4, li Erdexanê 3, li Agiriyê jî 2 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 15, li Erziromê 4, li Qersê jî 2 santêm hat pîvan.
Li navenda xweşiqitandinê ya Erganê qalindahiya berfê 170 santêm, li Palandokenê 106 santêm, li Konakliyê 97 santêm, li Sarîqamîşê 75 santêm, li Yalnizçamê jî 3 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo şepe, qeşa, mij û xumamê hişyarî dan ku welatî baldar bibin.