Türkan Tosun
21 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank got: "Me li dijî terorê bibiryar têkoşîn da. Niha em li cihên digotin 'nikarin bikevinê' raftîngê dikin. Em dibînin ku aramiya vî bajarî, ewlehiya vî bajarî dibe sedema çi."
Varank li Tunceliyê beşdarî pîrozbahiyên newrozê bû û raftîng kir.
Di navbera 3-18ê hezîranê da li ser Çemê Munzurê wê Şampiyoniya Raftîngê ya Dinyayê çêbibe. Varank ji bo xebatên beriya şampiyoniyê tên kirin bibîne çû Geliyê Munzurê.
Wezîr Varank li parkura raftîngê ya 5 kîlomêtroyî lêkolîn kir, paşê cil û bergên raftîngê li xwe kir û ji bo ceribandinê raftîng kir.
Piştî raftîngê Varank daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Me li dijî terorê bibiryar têkoşîn da. Niha em li cihên digotin 'nikarin bikevinê' raftîngê dikin. Em dibînin ku aramiya vî bajarî, ewlehiya vî bajarê dibe sedema çi. Em dixwazin li Tunceliya me ev aramî, ev ewlehî dewam bike. Li herêmê aramî û ewlehî dewam bike Tuncelî wê bibe navendeke cazîbeyê. Îsal di mehên havînê da 5 hezar raftîng wê bên kirin. Li gor wê amadehî hatin kirin. Înşallah emê ji bo bajarê xwe bixebitin."
- Şampiyoniya Raftîngê ya Dinyayê
Varank behsa Şampiyoniya Raftîngê ya Dinyayê kir û got di meha hezîranê da hezar werzişvan wê bên bajêr ku beşdarî şampiyoniyê bibin.
Ji bo xebatên ku li bajêr tên kirin û nasandina Tunceliyê Varank sipasiya Tuncay Sonelê Wekîlê Şaredar û Waliyê Tunceliyê kir û wiha dewam kir: "Li Tunceliyê li ser navê xweza, hewa û werzişên avê tu tiştek tunebû. Halbihal ev der xwedî erdnigariyeke bêhempa ye. Me got divê aboriya Tunceliyê bi turîzmê va xurt bibe û me Navenda Perwerdeyê ya Raftîngê ya ewil li Tunceliyê vekir. Bi saya vê Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê û Şampiyoniya Akrobasiyê ya Peraşûta Berkendal li bajarê me çêbûn. Me xwest çemê Munzurê bi turîzmê coş bibe. Gondol, keştiyên gerê, motorên lezê, jetên avê va me ev der zindî kir."