Önder Beyter
21 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be.
Li herêmê herwiha danê sibê û bi şev dê hişkî û cemed bikeve erdê û cih cihan jî dê mij û bûsî çêbe. Di pileyên germahiyê da guhertineke girîng dê çênebe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind dê li Wanê 7, li Bidlîsê 6, li Hekariyê 8 û li Mûşê jî 11 pile be.
Welatî û berpirs divê li hemberî cemedê û îhtimala şepeya ku dibe li tevahiya herêmê li deverên bilind were, baldar bibin.