Arîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mafan (HAK-PAR) Hasan Şeşeogullari û kesên bi wî re darvekirinên li Îranê protesto kirin û çelenga reş danîn li ber derê Balyozxaneya Ankarayê ya Îranê.
Endamên HAK-Parê li ber derê Balyozxaneya Ankarayê ya Îranê kom bûn û ji ber ku polêsan xwest ku li ber derê balyozxaneyê daxuyanî nedin û biçin li nav kûçeyên navîn daxuyanî bidin, daxuyanî neda.
Arîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Hasan Şeşeogullari û koma bi wî re çelenga reş a ku hatibû amadekirin danîn li ber dîwara balyozxaneyê.
Şeşeogullari daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Îran zilma xwe ya li ser kurdan berdewam dike û da zanîn ku divê cîhan û Tirkiye ji Îranê re bibêje ku dest ji wan polîtîkayan berde.
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.