ANKARA
Hat ragihandin ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna der barê îdiayên ku "Hin polês bi awayekî dereqanûnî hatine taltîfkirin" de der barê 17 polês de biryara binçavkirinê hat dayîn û ji van polêsan 13 polês hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de ji 17 gumanbaran 13 kes hatin binçavkirin. Ji gumanbaran yek hê nehatiye qefaltin û 3 gumanbar jî li derveyî welêt in.
Operasyon bi îdiaya ku "Hin polês wekî ku li wezîfeyê ne hatine nîşandan û bi awayekî dereqanûnî hatine taltîfkirin" tê meşandin.