31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Iraqê herêma Qendîlê û Liceya navçeya Diyarbekirê bi operasyonê va 5 terorîst berteref kirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê balafirên şer ên girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî li ser îstixbaratekê serê sibê li bakurê Iraqê herêma Qendîlê 3 hedefên rêxistina terorî bombebaran kirin.
Di hereketê de du şikeft û mewziyeke Doçkayê hat îmhakirin û 3 terorîst jî hatin berterefkirin.
Ji bilî vê li Liceya navçeya Diyarbekirê jî bi operasyonê ve 2 terorîst hatin berterefkirin.
Jetên ku wezîfeyên xwe bi serkeftî temam kirin, vegeriyan baregehên xwe.