Haydar Şahin
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtinanan bi Alîkarê Serokwezîrê Slovenyayê û Wezîrê Karên Derva Karl Erjavec ra civîna çapemeniyê li dar xist.
Çavuşoglu bi şermezarkirina êrişa terorê ya ku îro destê sibê li Kabula paytextê Efxanistanê hat kirin va dest bi axaftina xwe kir.
Çavuşoglu bal kişand ku di êrişê da 80 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar ketin û got: "Em ê li cem Efxanistana dost û bira bin. Em bi Slowenyayê ra piştgiriyê didin ewlehî û îstiqrara Efxanistanê û em ê vê bidomînin."