31 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li 104 herêmên li dorbera Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û di operasyonê da 3 leşker şehîd ketin, 2 leşker birîndar bûn û yek jê birîndar 3 endamên PKKyê jî hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li 104 herêmên 6 navçeyên Diyarbekirê bi beşdariya 10 hezar û 73 personelên ewlehiyê operasyon tê meşandin.
Li gor agahiyan di operasyonê da pevçûn derket û di pevçûnê da 5 leşker birîndar bûn.
Hat diyarkirin leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî û digel midaxeleyê 3 leşker şehîd bûn.
Hat destnîşankirin di operasyonê da yek jê birîndar 3 endamên PKKyê hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon dewam dike.