08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
DÊRAZOR/ANKARA
Li Dêra Zora bajarê Sûriyeyê di navbera rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê da pevçûn dewam dikin.
YPG/PKK kete sê bajarokên dawîn ên di destê DEAŞê da bûn û nîvê wan bi dest xist.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî yên li Dêrazorê, pevçûnên di navbera rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê da li bajaroka Şîfeyê ya ku rojhilatê Çemê Feratê ye bi awayekî xurt dewam dikin.
Çavkaniyan daxuyand terorîstên YPG/PKKyî ketin navenda bajarokê û nîvê wê bi dest xistin.
Pevçûna di navbera wan da li navenda bajarokê dewam dike.
- Li Dêra Zor rewşa dawîn
YPG/PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilatê Çemê Feratê herêmên li rojhilat, rojava û bakurê Dêra Zorê dagir kiribû.
YPG/PKKyê di 11ê Îlona 2018an da bi piştgiriya Amerîka û Fransayê operasyon dabû destpêkirin ku DEAŞê bi tevahî ji Dêra Zorê derxe.
Rêxistinê li Dêra Zorê keleha dawîn a DEAŞê navçeya Heccînê dagir kiribû, paşê jî di 26ê Çileya Pêşîn a 2018an da navenda bajaroka Buxatîrê bi dest xistibû.
DEAŞ li bajarokên Suse, Baxoz û Şîfeyê yên li rojhilatê Dêra Zorê hebûna xwe diparêze.
Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di rapora xwe ya meha çûyî da daxuyandibû 165 sivîl di êrîşên hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike û yên YPG/PKKya rêxistina terorê da yên di navbera 11ê Îlonê-20ê Çileya Pêşîn da hatine kuştin.
Di raporê da hatibû gotin li herêmên ku pevçûn çêdibin da 6 hezar sivîl di nav hêzên rejima Beşar Esed û terorîstên YPG/PKKyî da mane.
Li Dêra Zor li rojavayê Çemê Feratê hêzên rejima Beşar Esed hene.
YPG/PKKya rêxistina terorê ji sê paran pareke axa Sûriyeyê dagir kiriye.