İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
ADIYAMAN
Li Samsata navçeya Adiyemanê bi mezinahiya 5,1ê erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya fermî ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) cih girt, di saet 03.34an da li Samsatê bi mezinahiya 5,1ê erdhej çêbû. Hat tesbîtkirin ku erdhej 9,17 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.
Qaymeqamê Samsatê Sedat Sezik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Adiyeman jî di nav da erdhej li bajarên der û dorê hat hîskirin û heta niha li giştiyê navçeyê caba tu tengasiyê negihiştiye wan.
Sezîk diyar kir ku li giştiyê navçeyê fealiyetên lêgerîn û kontrolê dest pê kirin û ekîbên AFADê jî neqlî herêmê dikin.