Önder Beyter
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
TUNCELÎ
Di operasyona li kirê Alîbogaziya Tunceliyê ya ku hê dewam dike û duh di encamê da 3 terorîst hatin berterefkirin da 9 stargehên terorîstan hatin tesbîtkirin û jinavbirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, duh li kirê Alîbogazi di kordîneya Midûriyeta Herêma Tunceliyê ya MÎTê û Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê da operasyon hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku duh di operasyonê da pevçûn derket û 2 terorîstên jin kuştî, yek jê jî bi awayekî giran wekî birîndar hatin berterefkirin.
Li devera operasyonê 9 stargehên terorîstan û 7 teqemeniyên destçêkirî hatin tesbîtkirin û herwiha paşê hatin jinavbirin.
Herwiha di stargehan da 3 kalaşnîkof, 3 taxim cilên terorîstan, 15 şarjorên tijî yên kalaşnîkofê, 2 hezar û 500 pirtûkên rêxistinî, 18 aku, 150 kîlogram titûn, 140 kîlogram birinc, 150 kîlogram ar, 50 kîlogram ava bacanan, 23 tûpên tijî yên metbexê, 60 kîlogram zeytûn, komputer, 100 mêtro kablo, 130 kîlogram savar, 180 kîlogram penêr, 230 lître rûnê berojkan, 180 kîlogram dims, 50 kîlogram nîsk, 24 betaniye, 350 konserve, 55 cot sol, bêtêl, 12 radyo, 50 kîlogram çay, 10 kîlogram qehwe, 10 kîlogram îsota hûr, 50 kîlogram xwê, 100 pakêt maqirne, 50 kîlogram şekir, 3 jenerator, 2 depoyên benzînê, 2 warêl rûnê motorê, 20 mêtro kabloya teqemeniya destçêkirî, 3 sensor, 50 kîlogram deterjanê kincan, dokumenên rêxistinî, alavên metbexê û alavên sereke yên jiyanê hatin bidestxistin.