Sidar Can Eren
26 Adar 2023•Rojanekirin: 26 Adar 2023
Li Pulumura navçeya Tunceliyê berf û pûkê hatin û çûyînê zehmet kir.
Li bajêr taviya ku nîvro dest pê kir li cihên bilind guherî berfê.
Herêma Cankurtaranê ya 1800 mêtro bilind a li navçeya Pulumurê jî bi barîna berfê ra spî xemilî.
Li herêma ku sitûrahiya berfê gihaşt 20 santîmêtroyan ajokar li rêya Tuncelî-Erzincanê da zehmetî kişandin.
Ekîbên girêdayî Midûriya Şaxa 86emîn ên Rêbejan ji bo ku di hatin û çûyînê da astengî çênebe xebata paqijkirina berfê kirin.