22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ERZURUM
Li Tunceliyê di êrîşa terorê de eskerek şehîd ket û 3 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan serê sibê li navçeya Nazimiyeyê êrîş li amirtiya cendirmeyan û ewlekariyê hat kirin.
Li ser vê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek şehîd ket û 3 polês jî birîndar bûn.
Polêsên birîndar bi firokeyan ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê û paşê jî ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê.
Du ambulansên ku hatin şewitandin jî ji hêla şaredariyê ve hatin vemirandin.
Ji bo ku terorîst bên girtin operasyonê dest pê kir.
- Li Nazimiya navçeya Tunceliyê piştî êrîşa ku terorîstan kir, heta emrekî duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê li navçeya Nazimiyê piştî ku terorîstan di heman demê da êrîşî cendirmeya navçê û amîrtiya emniyetê ya navçê kir, li navenda navçeyê û der û dora wê ji bo kuştina mensûbên rêxistina terorê, îmhakirina teqemeniyan, parastina can û malê welatiyan heta emrê duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di vê navberê da li navçê operasyona ku serê sibê dest pê kiribû, bi beşdarbûna hêzên taqwiye va didome.
Terorîstan serê sibê di heman demê da êrîşî cendirmeya navçê û amîrtiya emniyetê ya navçê kiribûn di êrîşê da leşkerek şehîd bibû, 3 polês birîndar bibûn.