Önder Beyter
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Li Sêrt, Diyarbekir û Şirnexê 23ê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan bi merasimê va hat pîrozkirin.
Di çalakiya li Parka Anitê ya li navçeya Yenîşehîrê ligel rêznîşandanê Sirûda Neteweyî hat xwendin û paşê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Hasan Aslan çeleng pêşkêşî Abîdeya Ataturk kir.
Piştî merasima li vê derê, li parkeke zarokan çalakî hat lidarxistin.
Gelek malbat jî ligel zarokên xwe beşdarî merasima li parka zarokan a li Qada Bajêr a navçeya Kayapinarê bûn.
Di çalakiyê da xelat pêşkêşî xwendekarên ku di pêşbirka helbest û kompozîsyonê da pile wergirtin, kirin. Herwiha di vê çarçoveyê da xwendekaran nimayişa goveng, reqs û werzişê kirin û helbest xwendin.
- Şirnex
Li Şirnexê li baxçeyê Walîtiyê çeleng dan ber Abîdeya Ataturk û bi wî awayî merasimê dest pê kir. Dû ra li Yarîgeha Bajêr çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê da xelat pêşkêşî xwendekarên ku di pêşbirka helbest, kompozîsyon û wênesaziyê da pile wergirtin, kirin.
- Sêrt
Li Sêrtê jî çeleng dan ber Abîdeya Ataturk a li Meydana Komarê û bi wî awayî merasimê dest pê kir. Paşê li Yarîgeha Ataturk merasim domandin.
Xwendekarên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn, hatin Tirkiyeyê û li bajarê Sêrtê perwerdeya xwe didomînin, bi Tirkî, Kurdî û Erebî strana Koma Tîllo a "Em Şirîkê Namûsekî Ne" gotin.
Herwiha xelat pêşkêşî xwendekarên ku di pêşbirka helbest, kompozîsyon û wênesaziyê da pile wergirtin, kirin û merasim bi wî awayî bi dawî bû.