İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê daxuyaniyên Serokomarê 11emîn Abdullah Gul da got: "Ez ê di vê mijarê de tu daxuyaniyekê nedim, ji xwe Birêz Gul daxuyanî da. Ezê bi tenê spasiya we jî bikim. Meydana hilbijartinê ji her kesî re vekiriye û em hêvî dikin her partiya siyasî namzedê xwe eşkere bike ku em jî li gor wê kampanyayên xwe bimeşînin û gavên xwe yên ku vê kampanyayê bêtîr bi qîmet bike bavêjin."
Erdogan beriya ku li ser deweta Serokomarê Ozbekistanê Şavkat Mirziyoyev here Ozbekistanê li Mala Mêvanan a li Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Rojnamegerekî daxuyaniyên Serokomarê 11emîn Abdullah Gul ên li ser hilbijartinên 24ê hezîranê bi bîr xist û Erdogan wiha got: "Ku destûra we hebe, ez ê di vê mijarê de tu daxuyaniyekê nedim, ji xwe Birêz Gul daxuyanî da. Ezê bi tenê spasiya we jî bikim. Meydana hilbijartinê ji her kesî re vekiriye û em hêvî dikin her partiya siyasî namzedê xwe eşkere bike ku em jî li gor wê kampanyayên xwe bimeşînin û gavên xwe yên ku vê kampanyayê bêtîr bi qîmet bike bavêjin.
- Eskeriya bibedêl
Erdogan li ser pirsa rojnamegerekî ya eskeriya bibedêl jî wiha got:
"Eskeriya bibedêl vê gavê di rojeva hikûmeta me da nîne, rewşeke wisa tuneye. Ji aliyekê va Efrîn, ji aliyekê va weke hûn dizanin Operasyona Çiqlê Zeytûnê. Di dewreke wiha da heke ku em hildin rojeva xwe, em ê ji şehîdên me, bi taybetî ji xaziyên me ra bê rêziyê bikin. Kesên ku van karan îstismar dikin jî jixwe pir zêde ne. Ser xêrê bira hilbijartina pêşiya me kuta bibe, înşallah ku heyama derbasbûna pergala serokatiyê hel bû û şûnda ev mijar dîsa meriv dikare li ser bisekine. Li gor wê heke di vê mijarê da gaveke ku hewce bike hebe, wê demê ev gav tê avêtin, lê vê gavê tiştekî wisa teqez tuneye."
Serokomar Erdogan li ser nîqaşên "perçekirina" Zanîngeha Stenbolê ji wıha got: "Derd dîsa îdeolojîk e. Ev jî ji camîeya me ne. Bira li qusûrê nenhêrin, camîeya me, ew camîe, ev camîe. Tiştekî wisa tuneye. Em ê di her tiştî da ji helwesta îdeolojîk dûr bisekinin, dirust bin. Em ê li peyê qelîteyê bikevin an peyê hejmarê bikevin, em li vê dinhêrin."