Türkan Tosun
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê baran wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrabî û sayî be, car caran jî baraneke gur bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 4-6 pileyan de be, hin caran ji hêla bakur va wê ba bê.
Germahiya herî kêm a bi şev li Agirî û Erdexanê 3 pile, li Qersê 4 pile, li Erziromê 6 pile, li Erzingan û Tunceliyê 9 pile û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî li Tunceliyê û Erzinganê 25 pile, li Îdirê 21 pile, li Erziromê 18 pile, li Agirî, Qers û Erdêxanê jî wê 17 pile be.