Hewaya Hewlêrê bi gelemperî ziwa û germ derbas dibe, lê duh bi şev li Hewlêrê baraneke guj dest pê kir û heta danê sibehê dewam kir. Ji ber baranê hin mal û kargeh di bin avê de man. Wesaîtên ku di rê de man ji ber ava lehiyê xesar dîtin. Ajovanan li rêyên ku tije av bûyî de bi zehmetî wesaîtên xwe ajotin. Ji bo ku ava lehiyê ji rêyan bê valakirin makîneyên kar xebitîn. Serokwezirtiyê ji ber lehiyê rojek betlane da xebatkarên xwe.
Midûrê Şaredariyê yê Karên Hawirdorê Behzad Riza daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku xesar tenê di mal û kargehan de heye.