ÎZMÎR
Li Îzmîrê baraneke gij bi şev dest pê kir û tesîra xwe zêde kir. Ji ber barana gij di trafîkê de astengî çêbûn, derbazokên jêr tijî av bûn û vesayîtên li vê derê di avê de asê man, bi alikarîya welatî û tîmên agirkujiyê hatin xelaskirin.
Midûrê Meteorolojiyê yê herêma 2yemîn Murat Şahîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got baran li hemû navçeyan bi tesîr e û wiha dewam kir: "Ne bi tenê li Îzmîrê, li Balikesîr û Manîsayê jî barana gij barî û roja pêncşemê germahiya hewayê dê vegere asayiyê.
Şahîn welatî wiha hîşyar kirin: "Dibe lehî rabe û bila welatî hay ji xwe hebin."