07 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2016
PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çinê di nav hefteyekê de ji ber ku baraneke gur dibare 140 kes mirin û 41 kes jî winda bûn.
Wezareta Karên Sivîl a Neteweyî ya Çînê daxuyand ku li heremên navendî û rojhilat ji ber barana gur afat çêbûn û 140 kes mirin, 41 kes jî winda bûn.
Wezaretê daxuyand ku milyonek û 600 hezarî zêdetir kes jî hatine tehliyekirin.
Ji hêla din ve hat gotin ku avahî, kargeh û zeviyan jî zirareke mezin dîtiye û qasî 7, 18 milyar dolaran zirar çêbûye.