04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
ÎSLAMABAD
Rêvebirên Tekoşîna Afatê ya Pakistanê daxuyandin ku li herêma Gîlgît û Baltîstanê û eyaleta Hayberpaktunhuvayê ji ber barana gur jiyan zehmet e. Hat gotin ku gelek rê xirab bûn û çeman jî ji ser re avêt.
Rayedaran gotin ku li hin herêman hezaz çêbûye û ji ber hezaz û hêlanê 63 kes mirine. Li herêmên ku baran gur dibare jî ceyran hatiye birîn.
Li Pakistanê meha çûyî jî ji ber barana gur 42 kes miribûn.