Nîroz Khlîl ji ber ku kurd e, Sûriye nasname nadeyê. Khlîl ji ber şerê navxweyî reviya Tirkiyeyê. Khlîlê li Tirkiyeyê piştî 34 salan nasname wergirt. Herwiha hesreta wê ya nasnameyê bi dawî bû.
Khlîla 34 salî, li bajarê Hasekiyê yê Sûriyê ji dayik bû, ji ber ku nasnameya wê nebû, piştî ji lîseyê mezûn bû nekarî biçe zaningehê.
Khlîl di vê navberê de bi mamosteyekî Sûriyeyî re zewicî. Bi navê Osman (5) û Can (2) du zarokên wan çêbûn. Malbata Khlîlê jî ji bo ku zarokên wan biçin zaningehê û bixwînin 5 sal berê vegeriyan Tirkiyeyê û li Diyarbekirê bi cih bûn. Khlîlê jî her tim dixwast rojekê were Tirkiyeyê û li vir bijî.
Khlîla ku 2 sal berê tevî her du zarokên xwe revî Tirkiyeyê, li Diyarbekirê cem malbata xwe bicih bû.
Khlîla ku li Diyarbekirê bi cih bû, ji bo wergirtina nasnameyê serlêdan kir, piştî salekê nasname wergirt.
-Ji ber ku nasnameya me tunebû me gelek tengasî kişandin
Nîroz Khlîlê, ji nûçegihana AAyê re ragihand ku 33 salan li Sûriyeyê bêyî nasname jiya. Khlîlê bal kijand ser dijwariya jiyana bênasname û wiha got: "Ji ber ku nasnameya me nebû me gelek zehmet kêşa. Diya min tirk, bavê min Sûriyeyî ye. Malbata min 5 sal berê ji bo xwişk û birayên min bixwînin, vegeriyan Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê nasname wergirtin. Lê ji ber ku ez li Sûriyeyê bûm, min nekarî ez nasnameyê wergirim. Min serî li konsolosiya Tirk a Helebê da lê nasname nedan min."
Piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî qewimî, Khlîlê zaqrokên xwe jî hilgirtin cem xwe û revî Tirkiyeyê.
Khlîlê got: "Em ji bo jiyaneke azad û aram hatin Tirkiyeyê. Lewra êdî li Sûriyeyê jiyan nemabû. Çawa ez vegeriyam Tirkiyeyê, min ji bo wergirtina nasnamayê serî li nufusê da. Di vê navberê de çavên min diêşiyan, lê ji ber ku nasnameya min tunebû, min nekarî ez biçim nexweşxaneyê. Piştî salekê min nasname wergirt, lê dema ez çûm doxtor, ji min re got ku 'tu derengmayî, heta niha li ku derê bûyî?' Ez ji bo tedawîbûnê dereng mabûm. 2 meh berê li Zanîngeha Hacettepeyê emeliyet bûm. Lê piştî emeliyatê jî çavên min nedîtin. Ji ber ku nasnameya min tunebû, çavên min niha nabînin. Eger nasnameya min heba, ez ê di wextî de tedawî bibam. Niha min nasname wergirt lê çavên min kor bûn. Ji aliyekî ve xemgin, ji aliyekî ve jî bextewar im."