2016 ж. 18 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 19 қазан
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê 2 û 4 pile berjêr bû û ji vê hingê şûnda berfê dest pê kir.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşdîtin ku li tevahiya herêmê hewa nîvewr, cî ciyan pirewr e û li hin deveran jî şilope û berfê bibare.
Herwiha ber destê sibê li Erzirom, Qers û Erdexanê şilope ket û cî ciyan jî berf barî.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 0, li Erdexanê 1, li Agiriyê 2, li Îdirê 6, li Erziromê 3, li Tûnceliyê 4 û li Erzînganê 5 pile hat pîvan.
Tê pêşdîtin ku nava rojê pileya herî bilind a germahiyê li Erziromê 8, li Erdexan û Qersê 5, li Erzinganê 17, li Agiriyê 11 û li Îdirê jî 13 pile be.
Li navenda bajarê Erziromê berfa ku nîvê şevê dest pê kir, serê sibehê veguhezî baranê. Li Çiyayê Palandokenê û derdora wê mij çêbû.