Keleya Eîd bin Haddu ya ku bi neqşên ji çanda Berberiyan hatiye xemilandin û gundê nêzîkê wê li bajarê Warzazayê (Ouarzazate) dîroka herêmê nîşan didin.
Baş nayê zanîn ku ev keleh kîngê hatiye çêkirin. Kele di dema Yûsif bîn Taşfîn yê ku avakerê Dewleta Murabbitan de ji bo cihê kontrolê hatiye bikaranîn. Keleh û gund, dîrok û çanda herêmê dide nîşan. Keleh û gund di fîlma "Lawrencê ji Erebistanê" ya ku di sala 1962an de hat kişandin de û fîlma "Banga Dawî ya Gunehê" ya ku di sala 1988an de hate kişandin de hatiye bikaranîn.
Gundiyê bi navê Mihemed bîn Haddu nûçegihanê AAyê re got ku Yûsif bîn Taşfîn rêvebiriya herêmê teslîmê kalên wî kiriye.
Keleya Eîd bin Haddu û li gundê nêzîkî wê avahî ji xîz û kerpîçan hatine çêkirin. Ji ber vê havînê mirovan ji germê û zivistanê jî ji sermayê diparêzin.
Midûrê Navenda "Temîrkirina Mîrata Mîmariya Herêmên Atlas û Başûr" Mihemed Busalih jî wiha axivî:
"Li der û dorên malên ku bi kerpîçan ve hatine çêkirin ji bo parastinê sûr tên çêkirin. Malên ku li herêma başûrê welêt li çiya û çolan tên çêkirin havînê mirov ji germê û zivistanê jî ji sermayê diparêzin. Malên dişibin pîramîtan, qonax û mizgeft jî li herêmê hene."