İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ANKARA
Di hefteya 35emîn a Lîga Premierê ya Skoçyayê da Celtîcê Glasgow Rangers 5-0 têk bir û hê 3 hefte maye ku lîg kuta be, şampiyontiya xwe îlan kir.
Celtîc û Glasgow Rangers di hefteya duyemîn a grûba şampiyontiyê ya Lîga Premier a Skoçyayê da leyîstin.
Pêşbirk li Celtîc Parkê hat lîstin û Celtîcê bi golên deqîqeya 14em û 41em a Odsonne Edouard, gola deqîqeya 45em a James Forrest, gola deqîqeya 47em a Tommy Rogic û gola deqîqeya 53yem a Callum McGregor va pêşbirk 5-0 qezenc kir.
Hê 3 hefte mane ku lîg kuta bibe lê di navbera Aberdeen û Celtîcê da 10 pûan ferq çêbû. Celtîc li ser hev cara 7em, di dîroka xwe da jî cara 49em e ku dibe şampiyon.