12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Cesedê karkerê dawîn ku di hezaza li kana taybet a li Şêrwana navçeya Sêrtê da di binê axê da mabû hat derxistin.
Li gundê Madenê di 17ê mijdarê da karesatek qewimîbû û di encamê da cesedê 16 karkeran di binê axê da mabû û herwiha bi saya xebatên lêgerîn û xelaskirinê cesedê 15 karkeran hatibû derxistin û bona derxistina cesedê Îbrahîm Kilinç (21) ji Sêrt, Batman, Bitlîs, Diyarbekir, Wan, Erzurum, Enqere, Konya û Zonguldakê peywirdarên AFAD, Heyva Sor, UMKE, Kargeriya Komirê ya Tirkiyê, Enstîtuya Lêgerîna Madenan, TPAO, DEDAŞ, Turk Telekom, Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Madenan û Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê digel 213 makîneyên şixulê û segên pispor ên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bênavber xebitîn.
Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da li ciyê ku segên pispor bertek nîşan dan, ekîb gihîştin cesedê Kilinç.
Cesedê ku ji binê axê hat derxistin, bona otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Bi vî awayî cesedê hemû karkerên ku di binê axê da mabûn hatin derxistin.