12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Li Sêrt, Batman, Elazix û Mêrdînê welatî ji bo Qendîla Mewlîdê berê xwe dan mizgeftan, nimêj û dia kirin.
Li Sêrtê welatiyan berê xwe da mizgeftan herî zêde mizgeftên Ulu, Çarşi û Ensarê tije kirin.
Li mizgefta Çarşiyê Qurana Pîroz û Mewlûda Şerîf hat xwendin.
Miftiyê Sêrtê Faruk Arvas di weza xwe da ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê da şehît ketin, dia kir û rehmet li wan anî.
Ji welatiyan Fatîh Artar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşa terorê ya li Stenbolê li dijî Tirkiyê hat kirin û ew êrîşê şermezar dike û wiha dewam kir:
"Weke ku Serokomarê me got em bi eşqa yek millet, yek ala, yek welat va bi tirk, kurd, ereb, laz û çerkezan va em vê êrîşê şermezar dikin. Em wek gelê Sêrtê dixwazin ku ev xayîn werin dîtin. Tirkiye yekpare ye, nayê perçekirin."
Şaxa Sêrtê ya Heyva Sor a Tirkiyê li polêsan şêranî belav kir.
Serokê Şaxa Sêrtê ya Heyva Sor a Tirkiyê Yener Tanik di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew, her cure êrîşa terorê şermezar dikin û wiha dewam kir, "Li ser vê wateyê û ji bo ku em li cem hêzên xwe yên ewlekariyê bin, em li noqteyên mensûbên ewlekariyê digerin. Îro rojbûna Cenabê Pêxemberê me ye û me ji ber vê rojê şêranî anî û îkramî birayên xwe yên mensûbên ewlekariyê kir. Em li vir in da ku em bêjin em xwedî li wan derdikevin. Xwedê wan biparêze. Xwedê careke din bira êşeke wiha neyne serê me."
- Batman
Li hemû mizgeftên li navenda Batmanê û navçeyên wê jî bona şehîdên êrîşa terorê ya li Stenbolê Qur'ana Kerîm û bi kurdî, tirkî û erebî mewlûd hat xwendin, dia hatin kirin.
Miftiyê Parêzgeha Batmanê Turgut Erhan di daxuyaniya xwe ya piştî bernameya li Mizgefta Şevket Başakê da destnîşan kir ku di bernameya qendîla îsal da ew bi êrîşeke reş a terorê ra rûbirû man.
Erhan got ku ew, êrîşa terorê şermezar dike û wiha xeberda:
"Bêşek û şubhe welatê me bona mezlûmên dinyayê hêviyek e. Herwiha ev bûyera reş bi tevkariya xaînên li hundir û derva va hatiye kirin û ev bûyerê bi tu awayî destê me ji hevdu neqetîne. Em dersa xwe ji Qur'ana Kerîm û suneta Pêxemberê me distînin. Hz. Mihemmed hatiye û bona ku civaka Mekkeyê ji tariyê derxe ronahiyê, bi roj û şev xebitiye, cehd kiriye û li ber xwe daye. Emê jî bona ku civaka me bibe yek, bihêz bibe û destê hevdu bigire emê bi roj û şev bixebitin û hewl bidin. Bira baş bê zanîn ku dujmin dê bi tu awayî nikaribin me berdin pêsîra hevdu."
- Elezîz
Li Elezîzê ji ber Qendîla Mewlîdê gelek welatî çûn mizgeftan û dia kirin.
Midûrê Bajêr ê Xurek û Çandiniyê Turan Karahan ji rojnamegeran re got ku ji ber qendîlê wan şîr û loqim belav kiriye.
Karahan êrîşa terorê ya li Stenbolê jî şermezar kir û wiha axivî: "Teror ji kî û çawa tê bila bê em vê şermezar dikin. Li ser xatirê vê şevê Xwedê koka terorê biqelîne."
- Mêrdîn
Li Artukluya navçeya Mêrdînê jî li mizgefta Fuat Yagci dia hatin kirin û Qur'an hat xwendin.
Miftiyê Bajêr Dursun Alî Coşkun ji rojnamevanan re got ku ew êrîşa terorê ya li Stenbolê şermezar dikin û wiha axivî: "Îro roj roja yekbûnê ye."
Şaredariya Mezin a Mêrdînê jî xwarin û şêrînayî belavî welatiyan kir.