12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ZURÎH
Welatiyê Tirkiyeyê Mehmet Çek du roj berê li Zurîha bajarê Swîsreyê dema ku beşdarî panela Can Dundarê Rêvebirê Giştî yê Berê yê Rojnameya Cumhuriyetê yê ku der barê wî de biryara girtînê heye bûbû rastî êrîşê hatibû. Hat ragihandin ku endamên rêxistina terorê PKKê duh êvarê li ser mala wî de girtin.
Çek ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku du roj ewil ew beşdarî panela Dundar bû û li wir xwest ku pirsekî li wî bike, lê rastî êrîşê hat.
Mehmet Çek got ku piştî vê êrişa li wî hat kirin malbata wî, navnîşana wî û wêneyên wan hemûyan li ser malperên înternetê hatine parvekirin û ew hedef hatine nîşandan.
Çek wiha axivî: "Ez beşdarî mitînga ku ji bo ku êrîşa terorê ya li Stenbolê bê şermezarkirin li ber Serkonsolxaneya Zurîhê hat li darxistin bûbûm. Jina min telefonê min kir û got ku endamên rêxistina terorê yên ku rûyên wan nixumandî hatine li deriyê me dixin. Min telefonê polêsan kir. Qasî 20 deqîqeyan derî xistine, jina min û zarokên min ên 9 û 14 salî tirsandine. Dema ez gihîştim malê min dît ku polês lêkolînê dike. Kameraya li mala min û ya li der û dorê wê bê nihêrandin. Ez vê êrîşê şermezar dikim."