12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî rêveberên HDPyê yên parêzgeh û navçeyan da 20 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînekê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê, li Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Stenbolê û li hin adresan lêgerîn pêk anîn.
Di operasyonê da tevî Seroka HDPyê ya Parêzgeha Stenbolê Aysel Guzel, 20 kes hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê berşik birin Midûriyeta Ewlekariyê.
Li Enqereyê li dijî rêvebirên HDPê operasyon
Li Enqereyê Serokê Bajêr yê HDPê Îbrahîm Bînîcî û rêvebirên partiyê yên hin bajêr û navçeyan jî di nav da 17 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên emniyetê hilda, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê di çarçoveya lêpirsînekê da operasyon birin ser hin adrêsan.
Serokê Bajarê Enqereyê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî, Serokê Navçeya Mamakê û rêvebirên hin bajar û navçeyan jî di nav da 17 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar ji hêla tenduristiyê va hatin kontrolkirin û paşê ew birin midûriya emniyetê.