ŞANLIÛRFA
Li Şanliûrfayê karkerên asfalt û firûnan di meha remezanê de digel hewaya germ dixebitin û debara malên xwe dikin.
Di van rojên dawîn de germahiya hewayê derket li ser germbûna hewaya demsalê. Kesên ku digel hewaya germ a ku mirov ditengijîne, mecbûr in ku bixebitin, ji aliyek ve li ber şertên hewayê yên nebaş ji aliyek din jî li ber dijwariya karên xwe li ber xwe didin. Yek ji wan kesên ku di vê germê de dixebitin jî karkerên asfaltê ne. Li bajêr mirov nikare bi hêsanî di bin siyê de jî bimeşe lê karker digel germahiya ku asfalt dibe sedem dîsa jî dixebitin. Karker mecbûr dimînin ku gelek caran navberê bidin û avê li ser xwe de dirêjînin û bi vî awayî hewl didin ku hinek hênik bibin.
Kesên ku di zevî, derên vekirî û firûnan de dixebitin jî ji germê gelekî aciz dibin. Bi taybetî hosteyên firûnan digel hewaya germ a ku mirov ditengijîne, li ber agirê firûnan jî li ber xwe didin. Hosta her car avê vedixwin û bi vantîlatorê hênik dibin.
Omer Guzel li taxa Narlikûyûya li navçeya navend a Karakopruyê ev bi qasî 10 salan e ku di firûnê de dixebite. Guzel got ku îsal meha remezanê rastî germahiyan hat û ji ber wê yekê xebata me dijwartir bû.
Guzel got ku em nikarin li firûnê klîmayê bidin xebitandin û wiha axivî: "Germahî di van rojên dawîn de gelekî zêde bû. Dema mirov rojî be ev kar dijwartir dibe. Li ber agirê germahî li gor derve zêdetir dibe."
Lamîh Aydinê ku di înşeata rêbejê de dixebite jî got ku asfalt bi taybetî di hewaya germ de tê çêkirin. Aydin got ku malzemeya asfaltê bi qasî 90 dereceyan germ e û wiha axivî: "Em ji ber ku digel van şert û mercên dijwar rojî digirin, ji Xwedê re şikir dikin. Di şertên normal de germahiya hewayê 50 pîle ye lê germahiya asfaltê ji 90 dereceyî zêdetir e û xebata di wî germê de jî gelek zehmet e. Xwedê digel her tiştê sebrê dide mirov û em jî rojiyên xwe digirin."
Hesinkar Enver Baran jî got ku digel hewaya germ û agirê em dîsa rojî digirin.