Li gorî agahiya ku hat bi dest xistin 9 karkerên ku di 14ê gulanê de hatin revandin, piştî 3 rojan serbest hatin berdan. Karkerên ku di çêkirina rêya herêma baregeha leşkerî ya girêdayî Tabûra 4emîn a Peyadeyên Motorîze ya Gormeçê ya Fermandariya Tumena Sînorê 23êyemîn de dixebitin li Qereqola Cendirmeyan a Kûmçatiyê îfade dan.
Karkeran qala 5 saetên xwe yên li çiyê kirin û şûnde karker bi tirimbêlê ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li vir tunduristiya wan hat kontrolkirin.
Piştî ku hat fêmkirin rewşa karkeran baş e û pê ve karker çûn li bal xizmên xwe yên ku li benda wan bûn.
Karker dema ku ji nexweşxaneyê derketin pirsên ku ji wan hatin kirin bêbersiv hîştin.