Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, duh di navbera namzedê serokatiya şaredariya navçeya Tilloyê Mehmet Mesut Memduhoglu û namzedê Partiya Saadetê Behmen Aydin de rageşî derketibû. Vê rageşiyê li navenda Sêrtê jî dewam kir.
Li Yenîmahalleyê di navbera her du aliyên ku di heman demê de eqrebayên hev in de nîqaş derket û pişt re jî şer derket.
Di şer de namzedê SPê yê serokatiya şaredariya navçeya Tilloyê Behmen Aydin (60) li cihê bûyerê mir. Di şer de Îsmaîl Mers (25), Recep Memduhoglu (38), Idham Aydin (51), Abdulkerîm Abbasîoglu (50), Abdulkerîm Memduhoglu (29) û Mehmet Beyazit Abbasioglu (24) birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Walî Ahmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bûyer piştî encamên hilbijartinê derket.
Der bareyê bûyerê de lêpirsîn didome.