04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji bo aştiyê û bidawîhatina şer 2emîn Nîvmaratona Bazdanê ya Navneteweyî hat lidarxistin.
Nîvmaratona li nêzîki Abîdeya Ebbas Bîn Firnas a nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê birêve çû di beşa jinan a 8 kîlometreyî de atletên Kenyayî bazdan.
Sporvanên ji welatên wek Misir, Cezayir, Fas, Libnan, Îran, Behreyn, Urdin, Yemen, Sûriye, Sûdan, Tûnis, Umman, Almanya, Sri Lanka, Ûganda, Erître, Somalî, Efxanistan, Etiyopya, Ozbekistan, Hindistan, Tacikistan, Mogolistan û Kenya'yê beşdarî maratonê bûn.
Bazdana ku ji bo aştiyê, aramiyê û bidawîhatina şer hat amadekirin xelkê jî tê de bazda.
Bernameya ku tevdîrên berfireh ên ewlehiyê lê hatibûn girtin eleqeyeke mezin hat nîşandan.