04 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
VAN
Li Wanê pêşbaziya Koma Sobaniyê ya Lîga Sitêrkên Anadoluyê (ANALÎG) dest pê kir.
210 pêşbazên ji Wan, Elezîz, Agirî, Bîngol û Meletiyê beşdarî pêşbaziya ku li Hewza Sobaniyê ya Olîmpîk a Wanê tê lidarxistin dibin.
Di pêşbaziya ku bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê li tevahiyê Tirkiyeyê tê kirin da di şaxên pilokî, serbest, beqkî, serpiştê, 4 çarpê 50 tevlihev û 4 çarpê 100 tevlihevê da pêşbaziyê bên kirin.
Midûrê Bajêr ê Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Wanê Nevzat Înanç daxuyanî da rojnamevanan û got ji ber ku li wanê çalakiyeke wiha dikin zehf kêfxweş in.
Înanç ji bo vê firsendê ji dewletê ra sipas kir wiha axivî:
"Wezîfeya me ew e ku van tesîsan tijî bikin û heqê wan bidin. Em amade ne ku li Wanê çalakiyên sporê bikin. Ji ber ku em li Wanê çalakiyeke wiha li dar dixin kêfxweş in. Di 2 salên borî da jî ji bo ku li Wanê pêşbaziyên wiha bikin me destûr sitandibû. Lê belê ji ber ragêşiyên wê çaxê me nikaribû li dar bixista. Êdî di vê pêvajoyê da pirsgirêkeke me ya wisa nema. Hizûra ma li dewsê ye, malbat di nav ewlehiyê da zarokên xwe bi rihetî dişînin pêşbaziyan."