Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Kendava Gokovaya Behra Egeyê piştî erdheja bi lerza 6,3an, 40 erdhejên din ên ku lerza wan di navbera 3 û 4,6an da bû qewimîn.

Li gor agahiya ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirinê ya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) hat rojanekirin, li Kendavê Gokovayê di saet 01.31î da erdhejeke bi lerza 6,3an qewimî. Erdhej 7,8 kîlometre di bin erdê da pêk hat.

Piştî erdhejê li herêma navenda wê Behra Egeyê û Kendava Gokovayê bû gelek erdhejên bi lerzên biçûk qewimîn.

Li herêmê di navbera saet 01.37an û 06.13an da bi tevahî 40 erdhejên biçûk ên ku lerza wan jî di navbera 3 û 4,6an da bû hatin qeydkirin.