21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Uskudar û Umraniyeya navçeyên Stenbolê ji bo qefaltina 168 kesên ku di nav pêkhateya navçeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexberê (FETO/PDY) da cih digirin, operasyon hat kirin û di operasyonê da heta niha 115 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hat hildan di çarçoveya lêpirsîna dijî FETOyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê birêva dibe da ji bo 168 kesên li Umraniye û Uskudarê di nav rêxistinbûna FETOyê da cih digirin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di operasyona hevdem a ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Darayî da destpêkirin da kesên bernameya ByLockê ya bişîfre emilandine jî di nav da bi tevahî 115 kes hatin binçavkirin.