Polîtîka

Tirkiyeyê êrîşên li Erebistana Siûdî şermezar kirin

Wezareta Karên Derva: "Em careke din balê dikişînin ser wê girîngiyê ku divê ji her cure gavên provokatîf ên ku dê li herêmê û li Kendavê zirarê bidin ewlekarî û îstiqrarê dûr bisekinin"

Önder Beyter  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 17.09.2019
Tirkiyeyê êrîşên li Erebistana Siûdî şermezar kirin

Ankara

ANKARA

Tirkiyeyê êrîşên dijî tesîsên şîrketa neteweyî ya neftê ya Erebistana Siûdî "Saudi Aramco"yê şermezar kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Em wan êrîşan şermezar dikin ku hat ragihandin, li dijî du tesîsên şîrketa neteweyî ya neftê ya Erebistana Siûdî Saudi Aramcoyê bi firokeyên bêfirokevan hatin kirin. Em careke din balê dikişînin ser wê girîngiyê ku divê ji her cure gavên provokatîf ên ku dê li herêmê û li Kendavê zirarê bidin ewlekarî û îstiqrarê dûr bisekinin."

- Êrîşa dijî tesîsên Saudi Aramcoyê

Duh li gor saeta herêmî serê sibê di 04.00an da bi firokeyên bêfirokevan ên çekdar va êrîşî 2 tesîsên şîrketa neteweyî ya neftê ya Erebistana Siûdî Saudi Aramcoyê kiribûn û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû.

Hûsiyan daxuyaniya nivîskî dabûn û îma kiribûn ku wan êrîş kiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.