Polîtîka

"Li rojhilatê Feratê gavên ku dibêjin hatine avêtin gavên kozmetîk in"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê helwesta Amerîkayê ya li rojhilatê Feratê da wiha got: "Gavên ku avêtine yan jî dibêjin hatine avêtin gavên kozmetîk in."

10.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
"Li rojhilatê Feratê gavên ku dibêjin hatine avêtin gavên kozmetîk in"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê helwesta Amerîkayê ya li rojhilatê Feratê da wiha got: "Gavên ku avêtine yan jî dibêjin hatine avêtin gavên kozmetîk in."

Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Srdjan Darmanovîcê Wezîrê Karên Derva yê Qeredaxê ra û di nav heyetan da li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê meseleya Qibrîsê da wiha got: "Tu wateya wê tuneye ku hema bi gotinê dest bi mizakereyan bikin."

Mevlut Çavuşoglu der barê helwesta Amerîkayê ya li rojhilatê Feratê da destnîşan kir gavên ku avêtine yan jî dibêjin hatine avêtin gavên kozmetîk in û wiha got: "Amerîka di serî da nexşerêya Minbicê ji ber angajmanên ku bi vê rêxistina terorê (YPG/PKK) ra daniye li ser soza xwe nesekiniye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.