Polîtîka

"Daxuyaniya Netanyahu hewldaneke nemerd e"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: “(Daxuyaniya Netanyahu) Ev daxuyaniya şerm ji bo ku di hilbijartinan da çend rayên zêde bên hildan hatiye dayîn, hewldaneke nemerd e."

Türkan Tosun  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 16.09.2019
"Daxuyaniya Netanyahu hewldaneke nemerd e"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya ku dibêje ewê qismeke Şerîaya Rojava hildin da wiha got: "Ev daxuyaniya şerm ji bo ku di hilbijartinan da çend rayên zêde bên hildan, dijî hêviyên aştiyê yên mayînde yên li Rojhilata Navîn hatiye dayîn, hewldaneke nemerd e."

Çavuşoglu li Cîdeya bajarê Erebistana Siûdî beşdarî Civîna Derasayî ya Konseya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê bû û axivî.

Der barê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya ku dibêje ewê Geliyê Urdunê û cihên dereqanûnî yên Cihûyan ên li Şerîaya Rojava hildin da Çavuşoglu bertek nîşanî Îsraîlê da.

Çavuşoglu got dagirkeriya Filistînê jiyana mirovan serobino kiriye û wiha axivî: "Îsraîla ku bi piştgiriya hin welatan wêrektiyê dike û bûye rejimeke apartheîd a nijadperest polîtîkayên xwe yên êrîşkar didomîne."

- "Daxuyaniya Netanyahu hewldaneke nemerd e"

Çavuşoglu daxuyaniya Netanyahu wek binpêkirina hiqûqa navneteweyî nirxand û wiha got : "Ev daxuyaniya şerm ji bo ku di hilbijartinan da çend rayên zêde bên hildan, dijî hêviyên aştiyê yên mayînde yên li Rojhilata Navîn hatiye dayîn, hewldaneke nemerd e. Heke hemû ummetê bi hev ra bertek nîşan bida, plan, polîtîka û tevgerên DYA û Îsraîlê yên bêperwa wê qet negihîşta vê astê. Îsraîl vê neyekbûna me ya bi devkî û çalakiyê ji nêz va dişopîne û not digire, bi qelsbûna me dileyîze. Bêdengiya hin endamên me wek ku ew çalakiyên dijî qanûnê yên di bin navê Peymana Sedsalê da ji sala 2017an pê va tên kirin qebûl dikin, tê nirxandin. Hejmara wezîran ên beşdarî vê civînê bûne jî ji hêla Îsraîlê va wek qeslbûn wê bê nirxandin."

Wezîr Çavuşoglu got li hemberî daxuyaniya Netanyahu civaka navneteweyî deng derdixe lê ev têrê nake, divê Îsraîl bi qanûna navneteweyî, dîplomatîk va fêm bike ku ew tiştekî wiha nikare bike.

Çavuşoglu got wek Tirkiye ew dixwazin gelê Filistînê li ser axa xwe, bi awayekî azad di nav aştiyê da bijîn, divê ummet jî çi ji destê wê tê ji bo vê yekê bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.