Can Efesoy
2026 ж. 26 наурыз•Rojanekirin: 2026 ж. 27 наурыз
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî got ku "Em ji ber êrîşa ku li Behra Reş dijî tankera şirketa Tirk a bi navê 'ALTURA' ya ku nefta xam dikêşe ya i alaya Sîerre Leoneyê hatiye kirin gelekî bifikar in."
Keçelî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya Xê ya nmavenda wê Amerîka ye da der barê keştiyeke ticarî ya şirketeke Tirk da daxuyanî da.
Berdevk Keçelî di parvekirina xwe da got ku "Em ji ber êrîşa ku li Behra Reş dijî tankera şirketa Tirk a bi navê 'ALTURA' ya ku nefta xam dikêşe ya i alaya Sîerre Leoneyê hatiye kirin gelekî bifikar in."
Keçelî diyar kir ku saziyên eleqedar der barê êrîşê da lêkolînên hewce û midaxeleyên teknikî dikin û got ku rewşa tenduristiya 27 muretebatên Tirk ên di keştiyê da baş e.
Keçelî destnîşan kir ku ev êrîş û êrîşên manend ên ku di nav Herêma Aboî ya Munhasir a li Behra Reş da çêbû û dijî hiqûqa navneteweyî ne ji hêla ewlehiya can, mal û hawirdorê va xetereyên mezin derdixîne holê û da zanîn ku ji bo bê temînkirin pêşî lê bê girtin ku şer li Behra Reş belav nebe û zêdetir nebe peywendiyên xwe yên bi aliyên eleqedar ra didomînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva da zanîn ji bo ku berjewendî û fealiyetên aborî yên Tirkiyeyê yên li herêmê bên parastin mafê Tirkiyeyê heye ku di çarçoveya hiqûqa navneyeweyî da tevdîrên hewce hilde.