Serokomar Erdogan: "Em ê ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li cîhanê çavkaniyên xwe seferber bikin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe da got, "Em ê ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li cîhanê çavkaniyên xwe seferber bikin."
Erdogan ji bo 5emîn Lûtkeya Ragihandina Stratejîk (STRATCOM) vîdeopeyam şand û di peyama xwe da kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniya beşdaran destnîşan kir.
Serokomar Erdogan diyar kir wê ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li cîhanê çavkaniyên xwe seferber bikin û wiha got, "Sîstema navneteweyî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji hêla serkeftiyan va hatiye damezrandin, di her warî da qeyraneke mezin ya meşrûiyetê ra rûbirû ye."
Erdogan di peyama xwe da got, "Bidawîanîna trajediyan û sazkirina aştî, aramî û îstiqrarê li seranserê cîhanê, bi taybetî li herêma me, ji her demê girîngtir e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiye wê helwesta xwe ya bi rêgez, biryardar û aştîxwaz ya ku li ser nirxên mirovî û edaletê disekine, bi biryardarî bidomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
