Herekata Kaniya Aştiyê

"Herekat li gor heqên me yên hiqûqa navneteweyî ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Herekata Kaniya Aştiyê) Li gor heqên me yên ku ji hiqûqa navneteweyî dest pê kiriye."

09.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
"Herekat li gor heqên me yên hiqûqa navneteweyî ye"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji bo berterefkirina hedefên terorê yên li Sûriyeyê da destpêkirin da got ku ew li gor hiqûqa navneteweyî heqê Tirkiyeyê ye.

Wezîr Çavuşogluyê ku ji bo ziyareta fermî li Cezayirê bû berî ji wir veqete mijara Herekata Kaniya Aştiyê nirxand.

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku li hemberî sînorê Tirkiyeyê rêxistineke terorê ya xurt dibe heye û wiha pê da çû: "Heta îro mutefîqê me Amerîka digel hemû hişyariyên me têkiliyên xwe yên bi vê rêxistina terorê ra nebirî. Li ser pêşniyaza Amerîkayê ji bo terorîst ji vê herêmê bên derxistin û herêma ewle bê avakirin me hewl da û hewleke ji dil û can da lê mixabin digel hemû hewlên me tu encamek derneket."

Çavuşoglu ragihand ku Amerîkayê ji aliyekî va Tirkiyeyê egle dike û ji aliyê din va jî piştevaniyê dide rêxistina terorê û Tirkiye jî li ser vê bi tena serê xwe dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

- "Herekat li gor heqên me yên hiqûqa navneteweyî ye"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir ku agahiyên hewce dikin dan Sekreterê Giştî yê NYyê û Serkonsolosxaneya Stenbolê ya rejima Sûriyeyê der heq Herekata Kaniya Aştiyê da jî bi notayê agahdar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.