İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
SÎNOP
Li peravên Gerzeya navçeya Sînopê keleka masîgiran binav bû û hêzên qeraxan 3 kes ji behrê derxistin ser botê û li gor tesbîtê kese jê xeniqî ye, ji bo dîtina kesekî din xebat dewam dikin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, li Behra Reş ser behra Gerzeyê kelekeke masîgiran binav bû û li ser vê ekîbên ewlehiya qeraxan xebat da destpêkirin.
Ekîba ewlehiya qeraxan gihîşt herêmê û 3 kes derxistin ser botê. Li gor tesbîtê yek jê xeniqiye.
Ji bo dîtina kesekî winda xebat didomin.