SAMSÛN
Di rojên dawîn de li Behra Reş bereketa masiyên kefalê heye û ji ber vê jî him welatî û him jî qaqlîbaz kêf dikin.
Piştî ku germahiya hewayê daket bereketa masiyên kefalê çêbû û li Samsûnê kîloya masiyên kefalê daket 5 lîreyî. Ji ber vê jî ev erzanî him bi kêrî welatiyan hat û him jî qaqlîbaz ji ber zêdebûna kefalê têr dixwin. Kefalên ku rêya xwe şaş dikin û tên Stargeha Masiyan a Canîkê ji qaqlîbazan re dibin xwarin.
Kefalên ku ji destê masîgiran difilitin ji qaqlîbazan re dibin xwarin.